Irak DAİŞ dönemi kadar tehlikeli bir dönemden geçiyor

Irak DAİŞ dönemi kadar tehlikeli bir dönemden geçiyor

Xwepêşandanên Îraqê berdewamin îro jî û her çend ku ‘Adil ‘Ebdulmehdî dest ji kar kişandiye, lê belê asta xwepêşandanan her dijwar bû, kuştina 400 xwepêşanderan ji destpêkê heya niha bi mezintirîn qeyran tê hejmartin ku Îraq rastî wê bûy, ji êrîşa DAIŞ’ê ya sala 2014ê.

Xwepêşandanên Îraqê îro roja şemî derbazî roja xwe ya 36ê bûn û xelkê nerazî hêşta li ser banga xwe ya çûna Hikûmetê berdewamin, li Bexda, Necef û hejmareke bajarên din xelk weke giropan li cadeyan tên dîtin, lê li Nasirîyê asta xwepêşandanê dijwar ketiye.

Komîsyona mafên mirovan a Îraqê li vê derbarê de eşkere kir, ji destpêka xwepêşandanê, pêtir ji 400 kesan hatine kuştin, hemwext hejmara birîndaran zêdetir ji 16 hezar kesan tên texmîn kirin.

Xwepêşandanên Îraqê li 25 Cotmeha îsal li dijî gendelî, hejarî û bêkariyê dest pê kirin, her di zû de alozî ketin têde û êdî ji kar ladana serok wezîran bû daxwaziya gelê nerazî.

Duh roja înî 28/11/2019ê ‘Adil ‘Ebdulmehdî dest ji kar kêşa û got li ser daxwaziya lêvegeriya Şî’e û gelê nerazî min dest ji posta serok wezîriyê berda.

‘Ebdulmehdî di nameya dest ji kar kişandina xwe da bi zelalî dest nîşan kir ku êdî wî şiyanên kar kirinê digel diz û gendelan nîne.

Ji destpêka xwepêşandanên Îraqê zêdetir ji 400 kesan hatine kuştin, ev yek jî bi mezintirîn qeyrana piştî êrîşa DAIŞ’ê tê hejmartin ku Îraq rastî wê bûy.

Irak DAİŞ dönemi kadar tehlikeli bir dönemden geçiyor

Diğer Haberler