Til Temer ve Zirgan Türkiye çetelerine mezar oluyor

Til Temer ve Zirgan Türkiye çetelerine mezar oluyor

58 çeteyên Cebhet El Nusre û arteşa azad a sûryê ku şerê rojava ji bo terefê Erdogan dikin, di pevçûnên navçeyên Zirgan û Tiltemirê de hatine kuştin.

Hêzên Sûryaya demokratîk îro roja şemî 2/11/2019an amara şer a 24 demjimêrên derbas bûy weşand û têde hatiye tesbît kirin, li pevçûna duh roja înî ya HSD’ê û çeteyên Tirkiyê ji rêxistinên Cebhet Elnusre û arteşa azad a sûryê de, li ser navçeyên Zirganê û sînorê Tiltemirê, 58 çete hatine kuştin.

HSD’ê eşkere kir, duh piranî ya êrîşên arteşa dewleta Tirka ya dagîrkar û çeteyên wê li Tiltemirê hatine têk birin.

Di encama bersivdanê de 10 erebeyên leşkerî hatin rûxandin û 58 kuştiyên arteşa dewleta Tirka ya dagîrkar û çeteyên wê çêbûn.

Ji 9î cotmehê ve heta roja îro a 24mîn, êrîşên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê, li gel binpê kirinên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji hêl wê ve, di domin. Li hember jî HSD berisva hemû êrîşan dide.

Diğer Haberler